
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên kulîsê, opozîsyona Tirkiyeyê ya ku li dora Maseya 6 qorî bûne yek, tenê rêyeke heye ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, di hilbijartinên 2023yan de bi ser bikeve.
Di nûçeya Rojnameya Duvarê ku spartiyê agahiyên pişt deriyan ango agahiyên kulîsê hatiye belavkirin, serkirdeyên partiyên opozîsyona Tirkiyeyê yên Tifaqa Milet, difikirin ku Erdogan tenê bi rêyekê dikare di hilbijartinên bê de bi ser bikeve.
Di hûrgiliyên nûçeyê de hat diyarkirin ku yek ji serkirdeyên maseya 6 qor a opozîsyonê gotiye ku
“Heger Erdogan derkeve hember gel û bibêje, ‘Min gelek xeletî kirine, hemû encamên van xeletiyan, aîdê min in. Ez niha hemû paradîgmayê diguherînim. Ew ê pergala Serokomariyê dewam bike lê belê min dît ku ewqas erk, rê li ber çi vedikin. Ez ê beşeke girîng a erkan li gorî pêşniyazên Maseya 6 qorî dewir bikim. Ez ê bi derdorên îxtîsadî re hevdîtinan bikim û rê li ber pergalkirina aboriyê vekim.’ heger Erdogan vê yekê bike, dê siûda wî ya serkeftina hilbijartinê hebe.”
Di dewama agahiyan de hat gotin ku li ser vê nêrînê, hatiye pirsîn bê ka gelo helwesteke wisa pêkan e yan na? Ji aliyê serkirdeyan ve hatiye gotin ku “Ev yek bi cih nayê, lewra ji rastiyê qut bûne û Erdogan vê yekê nake.”