
PeyamaKurd - Nûnerê Iraqê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Mihemed Behrul Ulûm, li Civata Giştî ya NY bal kişand ser êrîş û topbaranên berdewam ên Îranê li ser Iraq û axa Herêma Kurdistanê û daxwaza piştevanî û şermezarkirina êrîşên kir.
Ajansa fermî ya Iraqê ragihandiye ku Mihemed Behrul Ulûm di Civata Asayîşa Navdewletî ya NY de gotiye: “Bombebarana Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve, bûye sedema kuştina Îraqiyan û tirsa xelkê herêmê.”
Hêjayî gotinê ye, Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert doh 4ê Cotmehê di rûniştina taybet bo Iraqê de, bal kişandibû ser êrîşên serweriya Iraqê binpê dikin û gotibû, divê Iraq dûrî milmilaneyên bê girtin.