image

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku nûnerê Amerîkayê bo Îranê taybet Brian Hook dev ji wezîfeya xwe berdaye. Pompeo di beyana xwe ya nivîskî de weha got:

“Biran Hook biryarê da ku ji wezîfeya xwe ya taybet ya nûnertiya Îranê û ji serşêwirmendiya wezareta karên derve ya Amerîkayê îstîfa bike.”

Pompeo got ku  2 sal zêde ye Hook vê wezîfê dike û li hemberê Îranê serkeftinên mezin bi dest xistiye û weha dewam kir:

“Hook bo min nûnerekî baweriyê bû û dosteki baş bû.”

Pompeo got ku heya yekî li şûna Hook de deynin, an tayîn bikin, wê nûnerê Amerîkayê yê bo Venezuellayê Eliott Abrams bi wezîfa xwe re dê li ciyê Biran Hook jî wezîfe bike.