image

PeyamaKurd – Di civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, pêşniyara avakirina beşeke mayînde ya têkoşîna dijî nijadperestiyê bi yekdengî hat pejirandin.

Hat ragihandin ku pêşniyara avakirina beşeke mayînde ya têkoşîna dijî cudaxwazî, nijadperestî û dijminatiya biyaniyan bo mirovên Afrîkî bi dengê 193 endamên NY hat qebûlkirin.

Li gorî biryarê wê ew beş ji 10 endaman pêk bê ku 5 endam ji aliyê endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî ve, 5 endamên din jî ji aliyê Konseya Gel a Mafên Mirovan werin hilbijartin.

Hat ragihandin ku di çarçoveya avakirina wê beşê de, wê piştevaniya siyasî, aborî, ewlehî, kalîteya jiyanê û civakî bo mirovên afrîkî bê kirin û dijî nijadperestiyê nêrînên pisporan jî bên wergirtin.