PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg li ser mijara ambargoya Rûsyayê ku di petrol û xazê de daniye ser Awrûpa, Ukrayna û hin welatên din û li ser êrîşên ser avahiyên bingehîn yên ser Ukraynayê axifî û got:
“Rûsya ji bo di vê zivistanê de Ûkraynayê di sermaye û tariyê de bihêle, bi fuze û balafirên bê ajotvan êrîşan dibe ser Ûkraynayê. Vladimir Putin hewl dide ku zivistanê weka çekekî li hemberê Ukraynayê bikarbîne.”
Jens Stoltenberg, li ser endamtiya Ukraynayê ya ji bo NATO yê jî axifî û got ku Ukrayna niha tam ciyê ortêye û divê destekê bidinê da avahiyên bingehîn û ciyên pêdiviya wan bi nûhkirinê hene, bên nûhkirin. Stoltenberg weha dewam kir:
“Em gelek caran hevdîtinan dikin. Em niqaşên berbiçav dikin û hevkariya xwe ya siyasî fireh dikin. Bi îhtîmaleka mezin wê şer li ser masê bi dawî bibe. Dibe weka paradoksekî be lê rastî ev e ku ji bo aştiyekî mayîn de bibe, divê em desteka leşkerî bidin Ûkraynayê.”
Li ser hatina zivistanê û di şertên êrîşên Rûsyayê yên ser avahiyên bingehîn yên Ûkraynayê Amerîka ji bo destekê bide avahiyên bingehîn yên Ukraynayê, wê bi miqdarê 53 milyon dolarî paketa destekê bide Ukraynayê.