
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, beriya lutkeya NATO ya paytexta Îspanya Madrîdê, li baregeha NATO ya Brukselê civîneke rojnamevanî li dar xist.
Stoltenberg ragihand ku wê NATO hejmara hêzên rûbirûbûna taybet ên bilez zêde bike û hejmara leşkeran derxe ser 300 hezaran.
Sekreterê Giştî yê NATOyê diyar kir ku wan lêçûyînên hevpeymaniyê 8 sal in ser hev zêde kirine û heta dawiya salê budçeya bo NATOyê were xerckirin jî digihe zêdetirî 350 milyar dolaran.
Stoltenberg herwiha diyar kir ku ew pê kêfxweş dibin ku Serokê Ukrayna Volodimir Zelenskiy beşdarî lutkeya NATO dibe û da xuyakirin, ew dê bi pakêta nû ya alîkariyê re piştevaniya leşkerî ya Ukraynayê zêdetir bikin û wan ji teknolojiyên berê yên dema Sovyetê rizgar bikin.