image

PeyamaKurd – Serokê giştî yê Partiya Memleket Muharren İnce di vekirina baregeha partiya xwe ya Îstenbolê de ragihand ku dê bibe namzedê serokkomariya Tirkiyê. İnce got ku hilbijartina serokkomarî bi 2 tûraye û divê 50+1 deng bistîne. Yanî namzedê sîwana partiyan rast nîne. İnce weha got:

“Ez bang li CHP yiyan dikim. Ew partî ji şîraza xwe derketiye. Êdî nema ew partiya Atatürk e. Eger hun jê razî nîn bin, dahatê baş nabînin, ciyê we Partiya Memleket e. HDP nikare bêje PKK terorîste. Eger we dev ji HDP ê berda, werin partiya me. Hevalên CHP ê çûne nav partiya İYİ yê. Ez bang lian dikim da werin partiya me.”

İnce ragihand ku partiya wî bo hilbijartina serokkomariyê amade ye û weha dewam kir:

“Wellahî em bo hilbijartinê amade ne. Hun tenê tevlîbûna hilbijartinê hêsan bikin. Hilbijartina serokkomariyê bi 2 tûra ye. Divê 50+1 deng bistînin. Wê wextê namzedê sîwanê rast nîne. Ha eger hun bipirsin û bêjin Muharrem İnce tu namzedî? Belê ez ê bibim namzed.”