image

PeyamaKurd - Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump Huawei xist lîsteya reş, Googleyê di hinek mijaran de hevkariya xwe rawestand. Li gorî wê yekê di telefonên nû yên kompaniya çînî Huwei de wê softwareya andoîdê neyên rojanekirin, Gmail û YouTube venebe.

Googleyê ragihand ku bi Huawei re di hinek mijarên weke sofware (rêzefermanên kodkirî), ekîpman û xizmetên teknîkî hevkariya xwe radiwestîne. Peywendiyên di navbera herdu fîrmayan dê di astek sînordar de dewam bike.

Berdevkê kompaniya amerîkî Googleyê got, “Kompaniya li gorî biryarê tevdigere û bandorên wê girtine ber çavan.”

''Ê GOOGLE PLAY, GMAIL Û GOOGLE MAPS VENEBIN Û WÊ DI UPDATEKIRINAN DE PIRSGIRÊK DERKEVIN'

Li gorî biryarê, wê di telefonên Huawei de Google Play (Marketa Daxistin û rojanekirina Aplîkasyonan), Gmail (Maila elektronîk) , Google Maps (Nexşerêyên Googleyê) û aplikasyona vîdeoyan YouTube neyên bikaranîn. Hat diyarkirin ku di telefonên heyî yên Huaweî de ev xizmet wê berdewam bike. Çavkaniyên bi mijarê re elaqedar diyar dikin ku wê di updatekirinên Androîdê de pirsgirêk derkevin.

HUAWEI: PLANA ME YA Byê AMADE YE

Huawei derbarê mijarê de hêj daxuyaniyek nedayê lê di meha adarê de li hemberî mueyîdeyên muhtemel planeke din xistibû dewrê û dabû zanîn ku wan operatinga xwe amade kiriye.    

Berpirsekî Huaweiyê Richard Yu Chengdong eşkere kiribû ku eger accesa (xwegihandin) wan a Androîdê were astengkirin plana wan Byê amade ye, “hem ji bo telefonan hem jî ji bo komputeran OS (pergala birêveber) a me amade ye.”