.jpg)
PeyamaKurd- Serokwezîrê Yunanîstanê Kiryakos Mitsotakis bal kişand ser girîngiya vekirina kanalên diyalogê yên navbera Tirkiye û Yunanîstanê û got ku ew dixwazin bêyî axaftinên radîkal di mijarên ku nayên fêmkirin de li hev bikin.
Mitsotakis îsal di çarçoveya 87. Fuara Navneteweyî ya Selanîkê de di civîna çapemeniyê de bersiv da pirsên rojnamevanan û diyar kir ku ji bo çareserkirina nakokiyên navbera Tirkiye û Yunanistanê çûna Dîwana Edaletê ya Navneteweyî dûr xuya dike û got,
"Li gorî min vekirina kanalên diyalogê yên bi Tirkiyeyê re di hemû astan de gelekî erênî ye."
Mithotakis diyar kir ku ji bilî hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re di asta serokatiyê de hevdîtinên wezîr û cîgirên wezîran jî girîng in û got ku gotûbêjkirina tedbîrên pêbaweriyê û rojeveke erênî ji bo têkiliyên dualî bi fêde ye.
Serokwezîrê Yunanîstanê bi berdewamî got ku ji bo Tirkiyeyê nêzîkbûna xwe ya ji Rojava re sûdmend e û diyar kir ku Yunanîstanê di salên dawî de polîtîkayeke derve ya ku tê de tekez dike ku ji bo nêzîkbûna Tirkiye û Ewropayê pêwîstî bi asayîbûna têkiliyên bi Yunanîstanê re heye û got,
“Em li bendê nebin ku pirsgirêkên berê bi yekcarî werin çareserkirin, lê dema lihevnekirinek çêbibe, bila li hev bikin ku tiştên ku em li ser li hev nakin, bi awayekî sivîl eşkere bikin û nebin sedema nîqaşên radîkal.”
Mitsotakis li ser pirsa “Gelo di muzakereyan de ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî yên bi Tirkiyeyê re dibe tawîz bê dayîn yan na, got, "Di tu muzakereyê de tu alî nikare ji % 100 daxwazên xwe pêk bîne. "