image

PeyamaKurd – Serokê Îstixbatara Brîtanyayê (MI6) Richard Moore, derbarê rewşa dawî ya şerê Rûsyayê li Ukrayna nirxandin kir.

Moore di nirxandinên xwe de got ku Rûsya di êrîşa ser Ukrayna de têk çûye û got ku Rûsyayê hêza xwe ya li Ukraynayê ya destpêkê ji dest daye û ji ber windakirina bi deh hezaran leşkeran hêvîya Kremlînê nemaye.

Li gorî nirxandinên ku ji aliyê Wezareta Berveniya Brîtanyayê ve hatine belavkirin, artêşa Rûsya her ku diçe li Ukraynayê dikeve rewşeke nebaş û hin herêmên berê kontrol kirine jî ji dest dide.