image

PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, ji bo qenalên televizyonê yên TF1 û LCI axivî û bal kişand ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê. Macron li ser hevdîtina aliyên şer jî axivî û diyar kir ku divê ji bo metirsiyên Rusyayê,  garantî bên dayîn.

Emmanuel Macron da zanîn ku heger Rusya ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê vegere ser maseya muzakereyê, divê mîmariya ewlehiyê ya nû garantiyê bide Rusyayê.

Macron di axaftina xwe de diyar kir ku heger Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin razî bibe ku şer bi rêya dîplomasiyê bi dawî bibe, divê Rojava li ser çawaniya dîtina çareyan ji bo pirsgirêkên ewlehiyê yên Rusyayê bifikire.

Ji aliyê din ve Macron tekez kir ku biryara li ser şert û mercên siyasî, bi Ukraynayiyan ve girêdayî ye.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di serdema Joe Biden de cara yekemîn serdana xwe ya fermî di 1ê Berfanbarê de kiribû û piştî hevdîtinê, bi rêya daxuyaniyeke hevpar wiha hatibû gotin:

“Rêber, şerê ne rewa yê ku Rusyayê yê li dijî Ukraynayê daye destpêkirin, bi tundî şermezar dikin. Armanckirina sivîlan û binesaziya sivîlan, tawanê şer e û divê berpirsên wê hesabê bidin.”