image

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Macarîstanê Peter Szijjarto, di Foruma Piştevaniya Sivîl de li ser mijarên siyasî yên rovejê axivî û bal kişand ser helwesta rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li ser berevaniyê û rexneyên tund li YEyê kirin.

Peter Szijjarto da zanîn ku divê Macarîstan ji êrîşên giran ên Yekîtiya Ewropayê re amade be û diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê, li hember Budapeştê her cure şantajê bi kar tîne.

Szijjarto  got,"Hema bibêje tu şantajeke ku Brukselê van rojan li dijî Macarîstanê bi kar nehaniye, tuneye. Her tim êrîşî me kirin, bi tundî êrîşî me kirin, lê di dawiyê de derket holê ku em her tim rast bûn. Di serdema pêşiya me de divê em teqez xwe ji bo êrîşên ku di pêşerojê de bên kirin, amade bikin.”

Peter Szijjarto diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê û makîneya propagandayê ya navneteweyî, bêwijdan e û got,

“Şantaja pereyan, şantaja siyasî, sextekarî û belavbûna derewan, ev hemû dê bên şopandin. Li Ewropayê, qeyraneke ku beriya niha qet nehatibû dîtin, niha derketiye holê.”