PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Macarîstanê Peter Szijjarto, di roportaja ku da Sputnikê de bal kişand ser dorpêçên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên li ser Rusyayê û da zanîn ku ev dorpêç, zerarên mezin didin Ewropayê.
Peter Szijjarto, di roportaja xwe de ragihand ku ew dorpêçên li ser Rusyayê tên danîn, zerarên mezin li peyî xwe dihêlin û bi vê yekê re jî hem enflasyon zêde dibe, hem buhayên xurek û sotemeniyê zêde didin.
Wezîrê Macar, di dewama axaftina xwe de zerarên ku qal dike, bi dorfirehî nirxandin û wiha got:
"Heger dorpêç ji hedefan zêdetir zeraran bide we, ev tê wê wateyê ku ev rêbaz bi kêr nayê. Heger em ji polîtîkayê û ji bîrdoziyê dûr bibin û bes ji aliyê fizîk û matematîkê ve bi pisporî binihêrin, wisa be ev dorpêç ji bo Ewropayê gelek bi zerar dibin. Zerarên ku gihîştine Ewropayê, nayên nîqaşkirin lewra li Ewropayê buhayên mal, xurek, xizmetên giştî û buhayên gazê, bi lez û bez zêde dibin, enflasyon di asta berz de ye.”
“Em ê tu dorpêça ku zerarê bide, qebûl nekin”
Peter Szijjarto, bal kişand ser polîtîkaya welatê xwe ya li hember Rusyayê û got ku ew ê Budapeşte, tu dorpêçeke ku bandora neyînî li ser hevkariya bi Rusyayê bike, qebûl neke û ev biryar jî xeta wan a sor e.
Wezîr Szijjarto da zanaîn ku ew ê di parastina berjewendiyên xwe yên neteweyî de jî berdewam bin û got,
“Ew şerê ku xelkê Macar jê ne berpirsiyar e, em ê nehêlin ku ev xelk neçar bimîne berdêlên wê bide.”