image

PeyamaKurd – Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê îro li Brûkselê destpê dike û biryar e di civînê de pirsa enerjî, koçber û Korona were gotûbêjkirin.

Serkirdeyên Lûtkeya Yekîtiya Ewropa, îro Pêncşemê 21ê Cotmeha 2021ê li Brûkselê  dest bi civîneke 2 rojî dikin û  zêdebûna bihayê gaza sirûştî mijara sereke a lûtkeyê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Soloviniyayê Anze Logar diyar dike: “Serkirdeyên cîhanê, qala guhertinên vê dawiyê yên bihayê enerjiyê dikin û danûstandinê li ser wê yekê dikin ku pêwîst e li ser asta welatên endam bê kirin. Komisyona Yekîtiya Ewropayê, hejmareke tedbîr destnîşan kirine ku di berdest in ji bo ku welat bikarin di navxweya xwe de bandora bilindbûna bihayên enerjîyê kêm bikin.”

Nêzîkbûna zivistanê û vekirina bazar û kargehan, piştî qedexeya çûn û hatinê, bûye sedema zêdebûna bikaranîna gaza xwezayî.

Rûsya ku %43 ji gaza Ewropayê dabîn dike, ne amade ye asta hinardeya gaza xwe bo Yekîtiya Ewropayê zêde bike. Lewra bihayê gaza xwezayî bi hevberkirin li gel destpêka îsal, %400 li welatên Ewropî zêde bûye.

Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropayê Ursula Von Der Leyen jî eşkere dike, dema wê yekê hatiye ku êdî pişta xwe bi çavkaniyên enerjiyê yên xwezayî girê bidin.

Ursula Von Der Leyen diyar dike: “Eger em li gaze binêrin, %90ê wê gaza ku em bi kar tînin, ji derve tê anîn. Tişta rast, %97ê neft jî me hawirde kiriye. Lê belê enerjiya sirûştî di navxweya welat de tên berhemanîn. Ev sê sedem nîşan didin ku guhertina enejiyê ji bo enerjiya xwezayî ne bi tenê ji bo hesereya me girîng e, lê ji bo aborî ya me û xweragirtina wê li hember guhertina bihayê enejiyê jî girîng e.”

Hevdem biryar e di vê civîna 2 rojî de, Yekîtiya Ewropayê qala çawaniya pêşvebirina rewşa derzîkirinê û kontrolkirina bêhtir a Koronayê bê kirn.

Pirsgirêkên koçberan jî mijareke din a sereke ya Lûtkeya Ewropayê ye.

Welatên endam li Yekîtiya Ewropayê, li 24 û 25ê Hezîranê li ser bihêzkirina pêkvekarkirinê di navbera xwe de li hev hatin, da ku bi awayekî baştir sînorên navbera xwe biparêzin û rê li hemberî koça neyasayî bigrin. Di vê civînê de jî de qala destpêkirina wan hewlan bê kirin.