image

PeyamaKurd - Lûtkeya ku serok û rêvebirên dewletên cîhanê ji bo guhêrînên avhewayê lihev civandiye, Konferansa Aliyan a 28 emîn (COP28) a Peymana Guherînên Avhewayê û Hewildorî ya Netweyên Yekbûyî li bajarê Dûbaîyê yê Îmaratê destpêkir. 

Konferansa COP28ê ku tê de, ji bo bergiriyên guhêrîna avhewayê û bihêzkirina plansaziyên bergiriyên guhêrîna avhewayê tên guftûgokirin bi mazûvaniya Îmaratê destpêkir. 

Serokê COP28ê Sultan El Cabîr di destpêka Konferansê de gotarekî pêşkêş kir û wiha got: 

 “Di dawiyê de, ji ber ku ev roj hatiye ez gelek kêfxweş im. Em ji raboriyên cuda, ji nivşên cuda tên, lê em, tiştekî jîndeyî parve dikin. Di her kêliyên jiyana xwe de her yek ji me bijardeyekî hilbijart, ji bo hevkariya ragirtina barekî giran û berpirsyariyeke mezin me bijardeyan hilbijart. Ew bijardeyên me sedem e ku îro em li vê derê li Îmaratê lihev civiya ne. Dinya hatiye veqtîna xaçerêyekî. Wek destpêka lixwevegerînê jî wadên peymana 2015an a ku divê destûr neyê dayîn ku germahiya hewayê weka serdema beriya pişesaziyê  1,5 derece zêde bibe û divê em wê destûrnadiyana 1,5 ku wek Stêra poleyê piştçav nexin" 

Cabîr bangewazî li welat û companayên ku sotemeniyên fosîl bikar tînin kir ku hemahengî bixebatên avhewayê re bikin û xwest ku hemû dewlet ji bo kêmkirina emîsyonê soz bidin û hewla zêdekirina enerjiyên ku tên nûjenkirin bidin. 

Cabîr da zanîn ku gelek companyayên neft û xazê ji bo emîsyona metanê heta 2030an daxînin sifirê amadebûyîna xwe ragihandine û van hewldanan jî girîng nirxand.

Dîsa daxuyand ku gelek companayayên netweyî jî heta 2050an ji bo sifirkirina metanê jixwe re armanc danîne û da zanîn ku dê ji bo ku hin dewlet di navbera geşepêdan û parastina avhewayê de nemînin jî dê çavkaniyên aborî bên terxankirin.