PeyamaKurd- Li Bosna Hersekê, ji bo parlamento û Civata Serokwezîrtiyê, hilbijartinên giştî îro hatin destpêkirin. Hat ragihandin ku dê proseya dengdayînê, heta saetê 19:00ê êvarê berdewam be.
Li Bosna Hersekê, ji bo hilbijartinên parlamentoyên enîte û kantonê û hilbijartina endamên Civata Serokwezîrtiyê ya Dewletê, xelk vê sibehê saet di 07:00an de çû ser sindoqan.
Di vê hilbijartina giştî ya ku tê kirin de hat ragihandin ku ji bilî Civata Serokwezîrtiya Dewletê, ji bo 10 kantonên nav enîteyên Federasyona Bosna Hersekê û Komara Sirp jî ji bo diyarkirina endamên parlamentoyê, dê 3 milyon û 368 hezar û 666 kes deng bidin.
Li gorî ragihandina berpirsên komîsyona hilbijartinê, li seranserê welêt 5 hezar û 903 sindoq hatine danîn û 60 hezar çavdêr jî li ser kar in.
Hat zanîn ku 90 partiyên siyasî, 17 berendamên serbixwe û 38 koalîsyon, bi giştî 145 hêmanên siyasî tevlî vê hilbijartinê dibin.