image

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrîyê (SOHR) ragihand ku hêzên ewlekarîyê yên rejîma Sûriyê 8 kesên sivîl ji malbateke Kurd li gundê Xirbet El-Werd ê li başûrê Şamê binçav kirin ku jin û zarok jî di nav wan de hene. Ji malbatê re hatiye gotin, heger xaniyê xwe bifiroşin dê werin berdan.

SOHRê daye zanîn ku komeke Hizbullaha Lubnanî êrîşî malbateke Kurd li gundê Xirbet El-Werd ê li devera Seyide Zeyneb kiriye û êrîşî mêr, jin û zarokan kirine.

Hêzên rejîmê jî li şûna ku destêwerdanê bikin û wê malbatê ji êrîşê biparêzin, 8 kes ji wê malbatê bi birîndarî binçav kirine.

Li gorî ragihandina SOHRê, çend roj in pirsgirêk di navbera wê malbata Kurd û komeke ji eşîra Begara ku Hizbulaha Lubnanî piştevaniyê dide wê li ser firotana xaniyekî derketiye ku malbata Kurd berê ew xaniyê ku tê de ne, ji kesekî eşîra Begara kirîbû, niha jî ew kes zorê li malbata Kurd dike, careke din xanî bifiroşin wî.   

Herwiha hêzên ewlekariyê gef li endamên malbata Kurd xwarine û ji wan re gotine, eger ew xaniyê xwe nefiroşin, ew ê neyên berdan.