PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji herêmê hatin ragihandin, li Neynewaya Iraqê, di nav terorîstên IŞÎDê û hêzên ewlehiya Iraqê de pevçûn derket. Hat ragihandin ku di pevçûnê de hejmarek IŞÎDî hatine kuştin.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li navçeya Cezîra ya Mûsilê, ji aliyekê ve di navbera hêzên Heşda Şeibî û Lîwaya 44ê ya artêşa Iraqê de û ji aliyê din ve jî di navbera hêzên Iraqê û çekdarên rêxistina terorî ya IŞÎDê ve pevçûn derketine.
Di agahiyên hatin dayîn de hat eşkerekirin ku 7 çekdarên IŞÎDê û 2 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin û 8 leşker jî birîndar in.
Li gorî agahiyên van jêderan, ji wan IŞÎDiyên ku hatine kuştin, 3 jê xwekuj bûne.