image

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên berevaniya Misirê ve hatin ragihandin, li Misirê balafireke şer ketiye xwarê. Hat diyarkirin ku balafir, di dema tetbîqatê de ketiye.

Daxuyaniya li ser bûyerê, ji aliyê Berdevkê Artêşa Misirê Albay Garîb Ebdulhafiz ve hat dayîn. Ebdulhafiz diyar kir ku balafira şer a ku li welêt tetbîqatê dikir, ketiye xwarê lê belê di derbarê hûrgiliyên bûyerê de ku li ku derê ketiye xwarê, parve nekirin.

Ebdilhafiz destnîşan kir ku balafira şer ji ber "şikestineke teknîkî" ketiye xwarê û diyar kir ku di bûyerê de tu ziyanên canî çênebûne.

Di 19’ê Hezîranê de jî ji aliyê artêşa Misirê ve hatibû ragihandin ku di dema tetbîqata hêzên hewayî de balafireke şer, ji ber xeletiyeke teknîkî ketiye xwarê.