
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Çînê keştiya balafirên şer a bi navê Şandong, di Kendava Taywanê de derbas kiriye û tansîyona rûdana şerekî di nav herdu aliyan de bilind bûye.
Wezareta Berevaniya Taywanê ragihand ku keştiya Şandogn ji rojava ve di nav Kendava Taywanê de derbas bûye û berê xwe daye bakur.
Wezaretê beriya niha jî dabû xuyakirin ku li Girava Taywanê 33 wesayîtên asmanî û 10 keştiyên şer ên Çînê hatine tespîtkirin.
Hat diyarkirin ku ev pêngava Çînê piştî ku Amerîkayê fuzeyên Stinger ji Taywanê re şandine hatiye avêtin ku Çîn Taywanê wekî axa xwe dibîne û li dijî destwerdana Amerîkayê ye.
Li aliyê din Amerîkayê di sala 2023yan de biryar daye ku bi qasî 1 milyar dolaran alîkariya leşkerî bide Taywanê.