image

PeyamaKurd-  Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku piştî xwepêşandanên Jîna Emînî yên li Îranê, rojnamevaneke din a jin hat girtin. Hat diyarkirin ku di derbarê sedema desteserkirina wê rojnamevana jin de tu agahî nehatine dayîn.

Li gorî agahiyên hatin dayîn, rojnamevana jin Elahe Mihemedî, piştî şopandina merasîma cenazeyê Jîna Emînî, li Îranê hatibû girtin. Hat diyarkirin ku xwîşka rojnamevanê Elahe Mihemedî, ragihandiye ku di meha îlona sala borî de ji bo raporkirina merasîma cenazeyê Mahsa Emînî çûbû bajarê Seqizê û piştre hatibû girtin.

Nûçeya li ser rojnamevanê, ji aliyê malpera “Etemadonline” ve hat ragihandin û li gorî vê nûçeyê, nûçegihana rojnameya “Hem Mihen” Elnaz Mihemedî li Serdozgeriya Evîn a paytext Tehranê hat desteserkirin û ji bo îfadedayînê çûbû dozgeriyê.

Sendîkaya Rojnamegerên Îranê, roja 11ê Çileyê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandibû ku nêzîkî 70 rojnamevan bi hêceta ku beşdarî xwepêşandanên Jîna Emînî bûne, hatine binçavkirin û piştî azadkirina hinek ji wan, hejmara rojnamevanên di girtîgehê de bûne 28 kes.