image

PeyamaKurd – Îro 23 yê tîrmehê li Girava Gîrîdê tekne ya ku koçberan hildigirt û piraniya wan Kurd bûn, serê sibê noqav bû. Bûyer serê sibê di 07.00 an de çêbû û di teknê de 45 koçber hebûn. Hat ragihandin ku 37 koçber di nûfûsa bajarê Silêmaniyê de qeydkirîne. Rojnamavan Renc Mustafa Pişderî ku li Yûnanistanê rojnamegeriyê dike bo Rûdawê weha gotiye:

“Li gor agahiyên min bi dest xistiye, koçberên tekna wan noqav bûye 8 heb ji navenda Silêmaniyê ne, 2 heb ji Şehrezorê ne, 27 heb ji Ranya ne û 8 kes jî Ereb in.”

Ji 45 koçberan 37 koçber hatine rizgarkirin û 8 kes wenda ne. Li ser bûyerê wezareta bergiriyê ya Tirkiyê di beyana xwe de weha got:

“60 mîl li başûrê Girava Kerpe yê, li ser agahiya ku tekneyekî noqav dibe hat sitendin, firqeteynên me yên TCG GELİBOLU û TCG GÖKOVA yê çûne ciyê bûyerê û ciyê bûyerê weha seha rizgarkirinê îlan kirine û dest bi xebatê kirine. Bo keştiyên bazirganiyê, sektorên lêgerînê hatine veqetandin. Niha 2 firqeteynên me yên hêzên deryayî û 1 helîkoptera qereqola deryayê, tevî şertên xerab yên hewayî xebata lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.”

Hêzên Yûnanî yên deryayî jî paşî dest bi xebata lêgerîn û rizgarkirina wan kirine.