image

PeyamaKurd – 35 kîlometre li bakurê rojhilatê herêma Aras-Asan a Fîlîpînê bi hêza 6,9 erdhejek pêk hat.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) di daxuyaniyekê de ragihand, 35 kîlometreyan li bakurê rojhilatê herêma Aras-Asan bi mezinahiya 6,9 erdhejek pêk hatiye.

Piştî erdheja ku bi kûrahiya 30,5 kîlometre di bin erdê de pêk hat hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.

USGSê ragihand, îro li peravên rojhilatê Girava Mindanaoyê erdhejeke bi pileya 7 pêk hat û paşê hêza erdhejê 6,6 nû kir.

Do li nêzî herêma Mindanaoyê bi lerza 7,6an erdhejek pêk hat û piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hat dayîn.

Piştî erdhejê erdhejên ku piraniya wan ji 5 pileyî zêdetir bûn çêbûn.

Fîlîpîn ku yek ji wan welatên ku li cîhanê herî zêde liv û tevgerên erdhejê lê digere, li Herêma Erdhejê ya Pasîfîkê ye, weke "Zengala Agir" jî tê zanîn.