
PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Bursayê li navça Orhangaziyê polîsê ku ji ber mesela mîrasê di navbera wî û malbata wî de pirsgirêk hebûn, bi demança xwe li wan xist û di encamê de du birayên xwe, jinbira xwe û diya xwe kuşt. Polîs ji aliyê hemparên wî yên polîs de hat desteserkirin.
Polîsê bi navê Adem Ergüner (29) li Kurdistanê li bajarê Bîngolê di hêzên asayîşê, di hêzên çevîk de dixebitî. Piştî îzna xwe distîne diçe memleketê xwe Orhangaziyê, bi malbatê re li ser mîrasê munaqeşe dike û di encamê de ji malbata xwe diya xwe Bedriye, birayên xwe Remzi û Mehmet û jinbira xwe Fatma Ergüner bi temamî ji malbatê 4 kesan dikuje.
Hat ragihandin ku malbat demek berê ji bajarê Mûşê çûye Bursayê.