image

PeyamaKurd – Endama komisyona Yekîtiya Awrûpayê ya ji karê navxwe berpirs Ylva Johansson ragihand ku ji ber nêzbûna tatîla zivistanê li Awrûpayê, talûka terorê gelek bilinde.

Johansson, ragihandina xwe piştî civîna adetî ya wezîrên karên hundir yên YAyê kir û got di demên dawiyê de her civîna wan bi sersaxiyan destpêdike û mînak civîna 13ê Cotmehê ya bajarê Arras a Fransayê, di 16ê Mijdarê de li Bruksela Belçîkayê, di 3yê Mijdarê de li Parîsê de.

Johansson got weka eksa pêşdeçûnên li Rojhilata Navîn li Awrûpayê bi sedema nêzbûna tatîla Noelê û sersalê, ji terefê terorê de talûkeye.