image

PeyamaKurd – Bi sedema Rûsya li herêma Atlantîkê xebatên deryayî dike, sekreterê giştî yê hêzên deryayî yê Amerîkayê Kenneth Braithwaite, fermandariya filoya li Norfolkê ji nûh de navê wê guhert û kir Fîloya Atlantîk. Wê fîlo li hemberê Rûsyayê li peravên Amerîkayê xebatên xwe bike.

Braithwaite, di komîta Senatoyê ya hêzên artêşê de li ser rewşa hêzên deryayî û piyadeyên deryayî axifî:

“Hêza leşkerî divê her wext li gor tehdîdan xwe bi keys bike. Fîloya me ya ku heye, li ser bingeha wexta perên NATO yê bi ewlebû, donanma Rûsyayê li îskelê girêdayî bû, terorîzm bo me herî talûke bû û li ser hizra me ya piştî 11 ê êlûnê hatiye birêxistin. Lê halê dinyayê yê îro ne wehaye.”

Braithwaite got ku li gor tehdîdên îro, li gor halê herêma Atlantîkê, divê guherîn çêbibin û weha dewam kir:

“Fermandariya Hêzên Fîlo ji nuh de navê Fîloya Atlantîkê dide fîloyê. Em ê li ser xwenêzkirinên li hemberê Amerîkayê û hevkarên wê hûrbibin. Wê filoya Atlantîkê bi şiyan û kapasiteyekî diyar here peravên rojhilatê û li hemberê xwenîşandanên hêzên Rûsyayê tevbigere.”