image

PeyamaKurd – Navenda Amerîkî ya ji bo Têkoşîna Nexweşiyan û Xweparastinê diyar kir, heta niha 13 hezar û 500 kes bi vîrusa Xuriya Meymûn ketine.

L gor Navendê do bi daxuyaniyekê da zanîn, li 49 eyaletên Amerîkayê nexweşiya Xuriya Meymûn derketiye.

Hikûmeta Amerîkayê di destpêka vê mehê de ji ber hejmara pêketiyên nexweşiya Xuriya Meymûn, rewşa awarte di warê tendirustiya giştî de ragihand.

Herwiha piştî zêdebûna hejmara pêketiyan, aliyên tendirustiyê helmeta dabeşkirina derziyê bileztir kirin û dest bi dabînkirina dermanê pêwîst ji bo tedawiya nexweşiyê kirin.