image

PeyamaKurd – Serokkomariya Tirkiyê ji meclisa Tirkiyê (TBMM) daxwaz kir ku wextê mayîna leşkerên Tirkiyê li Lîbyayê 24 mehan dirêj bike. Meclis, di celsa îro de mayîna leşkerên Tirkiyê li Lîbyayê qebûl kir.

Biryar ji 2ê Çile ya 2024an destpêdike û wê 2 sal dewam bike. Biryar li ser peymana navbera Tirkiyê û Lîbyayê hat dayîn.

Tirkiye berê bi Lîbyayê re li ser sînorê seha Derya Sipî li hev kiribû û hem Tirkiye destekê dabû hukumeta niha ya ku Neteweyên Yekgirtî wê nasdike.