image

PeyamaKurd - Parlamenterê Kurd ê Cihû li Îsraîlê Mickey Levy yê hevpeymaniya dijî Netanyahu piştevaniya wî dikir, di dengdana îro ya parlamentoya Îsraîlê Knesset de wekî serokê Knessetê hat hilbijartin.

Parlamentoya Îsraîlê ku îro 13ê Hezîranê ji bo dengdana baweriyê bo hikûmeta nû bi serokatiya Neftali Bennett civiya, beriya dengdanê serokê nû yê parlamentoyê hilbijart.

Ji Partiya Shas, Yaakov Margi ya bloka hevpeymanên Netanyahu û Mickey Levy jî ji bloka hevpeymanên Bennett bûn namzedên serokatiya parlamentoyê.

Di dengdanê de, Mickey Levy ji 120 dengdan 67 deng wergirt û bi piraniya dengan bû Serokê Nû yê Parlamentoya Îsraîlê. Yaakov Margi jî di dengdanê de 52 deng wergirt.

Beriya Levy, Serokê Parlamentoyê Yariv Levin, ji partiya Netanyahu Likud bû.

Levy Kurdekî Cihû ji navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.

Leyv kesayetekî ku dibêje, ‘Ez Kurdim û şanaziyê bi Kurdistanê dikim’ û ji bo Kurdistana serbixwe jî hêvî û daxwazên xwe tîne ziman.