
PeyamaKurd- Ji aliyê Berdevkê Kremlînê Dimitriy Peskov ve li ser dorpêçên li dijî Rusyayê daxuyanî hat dayîn. Peskov da zanîn ku dorpêç, bandorê li têkiliyên Rusya û Çînê nakin.
Dimitriy Peskov, piştî Lûtkeya Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê, di qenala televîzyonê ya dewleta Rusyayê Rossiya 1ê de daxuyaniyek da. Peskov, di axaftina xwe de bal kişand ser dorpêçên welatên Rojava yên li Ser Rusyayê û got,
“Bê guman, gelek sedem hene ku van aloziyan zêde dikin û helbet van dorpêçan dibin sedem ku ji bo dorpêçên duduyan jî bibin gefek. Lê belê dorpêç di rêjeyeke girîng de nîn in ku bandorê bikin. Lewra ji aliyê pêdeçûna giştî ya mezinbûnê ve hîn jî bi awayê erênî dewam dike.”
Berdevk Peskov di daxuyaniya xwe de bal kişand ser têkiliyên navbera Rusya û Çînê û da zanîn k udi pêşvebirina pêwendiyên dualî de girîngiya qubazdanê girîng e û ev tiştekî bêhempa ye.