
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlinê Dmitri Peskov, li ser mijara tankên Abrams û moşkên ATACMS ên Amerîkî de ku radestî Ukraynayê kirine, daxuyanî da.
Peskov got ku tankên Abrams hevsengiya şer a navberna artêşên Ukrayna û Rûsyayê naguherîne û wê hemû bên şewitandin.
Herwiha Peskov got: “Dayîna tankên Abrams û moşekên ATACMS bo Ukraynayê bi ti awayê encama operasyona Rûsyayê ya taybet naguherîne. Ti çekeke ku hevsengiya şer li qadê biguherîne nîne. Wê ew tank jî bişewitin.”
Peskov gotiye, artêşa Rûsya tim çekên xwe nû dike û cûreyên nû yên çekan nas dike.