image

PeyamaKurd – Koordînatorê ewlehiyê yê netewî yê stratejîk yê Koşka Sipî ya Amerîkayê John Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de ragihand ku divê Îsveç, Fînlandiya û Tirkiye pirsgirêkan di navbera xwe de çareser bikin û Amerîka mudaxele bi têkiliyên navbera wan yên arîşeyî nekiriye. Kirby got ku Amerîka desteka xwurt dide endamtiya Fînlandiya û Îsveçê ya NATO yê û divê prisgirêkên navbera hersê welatan di nav wan de çareser bibe.

Kirby ragihand ku ew endîşeyên Tirkiyê yên ji bo endamtiya Îsveç û Fînlandiyayê ya NATO yê dizanin lê divê muzakere dewam bikin.