image

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel a Tirkiyê (CHP) Kemal Kilicdaroglu, di merasîma endamên nû li Serokatiya CHPê ya Stenbolê, gotarek pêşkeş kir û li ser mijara hatina cem hev ya 6 partiyên opozîsyonê got, ew ji ber xemên derbarê welat de hatine cem hev daku kêşeyan çareser bikin.

Kilicdaroglu di axaftina xwe de diyar kir ku ew ji bo jiholêrakirina xem û fikarên welatiyan hatine ba hev û bal kişand ser, ‘Di nav her malekê de nerehetiyek heye”.

Serokê CHPê di beşeke axaftina xwe de got: “Li şûna jiyana bihevre û hevdu hembêzkirinê em çima pev biçin? Em nasnameya ti kesî nexin lêpirsînê. Nasname şerefa xwediyê xwe ye. Yek ji me jî ne xwediyê mafê hilbijartina dê û bavê xwe ne, naxwe em çima nasnameyê dikin mijara siyasetê? Em neçarin rêzê li baweriya her kesekî bigirin.”