
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî paytexta Erebistana Siûdî û hevdîtina ligel Mihemed bin Selman serdana Tehranê kir û bi serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re civiya.
Di civîna rojnamevanî ya piştî hevdîtinê de, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî diyar kir, di navbera Îran û Iraqê de pêwendiyeke baş heye û pêwendiya navbera hikumetên her du welatan bandoreke mezin li ser herêmê dike.
Reîsî got ku di rojên herî zehmet de Îranê piştgiriya Iraqê kiriye û wiha pê de çû: “Wê ev piştgirî û pêwendiya navbera her du welatan ti demê sar nebe û roj bi roj bihêztir bikin. Serdana Kazimî ya ji bo Îranê dikare bibe xaleke bihêzkirina pêwendiyên navbera her du welatan.”
Hêjayî gotinê ye, Kazimî destpêkê serdana Erebistana Siûdî kir û piştre derbasî Tehranê bû ku rola navbeynkariyê di navbera her du welatan de dike.
Berî niha jî li Bexdayê çend hevdîtin di navbera rayedarên Îran û Erebîstana Siûdî de, ji bo asayîkirina pêwendiyan hatibûn kirin.