image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî vegera ji Amerîkayê bi daxuyaniyekê diyar kir, hilbijartin dê di dema xwe de bên kirin û hêzên Amerîka jî dê heta dawiya îsal ji Iraqê derkevin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, çend rojan ji bo danûstandinên stratejîk ên di navbera Amerîka û Iraqê de, serdana Amerîkayê kir û vegeriya.

Piştî vegera Kazimî, ofîsa wî daxuyaniyek belav kir û da zanîn, wan û Amerîka li hev kirine ku heta dawiya îsal hêzên şer ên Amerîka ji Iraqê derkevin.

Herwiha Kazimî li ser hilbijartinan jî destnîşan kiriye, hilbijartin dê di dema xwe de bên kirin û nayên paşxistin.

Biryar e hilbijartinên Iraqê roja 10 Cotmeha îsal bên kirin.