
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, ji ajansa Al-Monitor re li ser rewşa Iraqê û qeyrana siyasî axivî.
Kazimî got, hikûmete ku bêyî beşdarbûna Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr bê avakirin, wê rastî qeyranên mezin were û rûbirûyî zehmetiyan bibe.
Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser ku divê dûrî tundiyê Iraq bi rêya dîyalogê pêşve biçe û diyar kir, “Hemû aliyan fêm kir ku bêyî beşdarbûna Sedr avakirina hikûmeta Iraqê zehmet e. Hikûmeteke ku bêyî beşdarbûna Sedr bê damezrandin, wê rastî krîzên mezin û zehmetiyan were.”
Herwiha Kazimî da zanîn ku heger lihevkirinek çênebe, wê rewşa Iraqê ji ya xwepêşandanên Cotmeha 2019an hîn xirabtir bibe.