image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser hilbijartinên Iraqê axifî. Kazimî got ku wê di hilbijartinen Iraqê yên di 10 ê cotmehê de rê nedin ku gumanan û wê diziya dengan çênebe û hilbijartin şefaf be. Kazimî di civîna encumena wezîran de got ku wê şefafî mohra xwe li hilbijartinan bixe. Kazimî weha got:

“Di hilbijartinê de ewlehî û temamê pêdiviyên malî û lojîstîkê me temam kirine. Di vê hilbijartinê de wê şaîbe na lê şeffafî mohra xwe li hilbijatinê bixe û em bi hêvîne.”

Kazimî got ku bila herkes here ser sindoqan û ji bo wan kî baş be dengê xwe bide wan. Her weha balê kişand ser sozên ku tên dayîn yên weka ku wê kesan bixin ser kar û leystikan dileyîzin, divê rê nedin wan gotinên pûç.