PeyamaKurd- Ji aliyê bijîşkê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve hat ragihandin ku îro encama testa Covid-19 a Biden paqij derketiye û ji ber vê yekê jî pêvajoya karantînayê, bi dawî bûye.
Bijîşkê Joe Biden Kevin O’Connor ragihand ku duh testa şewba Covid-19 a Serokê Amerîkayê hatibû kirin û îro jî encama ku derketiye nîşan daye ku Biden ji şewbê pak bûye. Di daxuyaniya bijîşkî de hat ragihandin ku êdî Biden dikare bi azadî dest bi geştên xwe û têkiliya nav gel bike.
18 roj bûn di karantînayê de bû
Piştî daxuyaniya bijîşkî, Serokê Amerîkayê Joe Biden jî ji bo ku derbasî havîngeha Delawarê bibe, ji Koşka Spî veqetiya û di wê kêliyê de ji bo çapemeniyê got, “Ez piştî 18 rojan, paqij im”