image

PeyamaKurd – Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, îro dicive û mijara balyozên 10 welatan e ku di çend rojên derbasbûyî de daxwaza azadkirina bazirgan û çalakvanê Tirk Osman Kavala kiribûn gotûbêj dike.

Civîna Kabîneyê îro Duşemê 25ê Cotmeha 2021ê di saet 15:00 ê piştî nîvro de, bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan destpê dike.

Ji bilî mijara balyozên wan 10 welatan ku roja Şemiyê Recep Tayyip Erdogan gef li wan xwar û wek `Kesên Nexwestî` binav kirin, mijarên wek belavbûna vîrûsa Covid-19 û rûbirûbûna terorê jî tên gotûbêjkirin.

Tê çaverêkirin ku piştî civîn bi dawî bibe, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di civîneke çapemeniyê de biryarên di civînê de hatine wergirtin rabigihîne.