image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden wê di 20ê Cotmehê de bi seroka komisyona Awrûpayê Ursula von der Leyen û bi serokê konseya Awrûpayê bi Charles Michel re bicive.

Di babetên wan de, wê li ser gumrika (baca) hesinê pola û alûmînyûm danûsitendinan bikin, peyamê bidin mijara Ûkraynayê, tedbîrên ser Rûsyayê û eger di mijara baca hesinê pola de li hevkirin nebe, tedbîrên ku bistînin li ser wan biaxifin.

Armancên din yên hevdîtinê, xwurtkirina hevkariya transatlantîkê û di îhlalên tedbîrên ser Rûsya de tewrê xwe diyar bikin.