PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden, ji bo ku tevlî merasîma cenazeyê Keybanûya Brîtanyayê Elizabetha 2yemîn bibe, çû paytexta Brîtanyayê Londonê.
Piştî ku Biden li ber darbesta Keybanûyê rêzgirtinê bike, tê payîn ku beşdarî resepsiyona Keyê Brîtanyayê Charlesê 3yemîn bibe ku dê rêberên cîhanê lê amade bin.
Meytê Keybanû Elizabeth, ji roja çarşemê ve ye li Westminster Hallê tê rawestandin û ji her aliyê cîhanê kes tên wê derê ku xwe bigihînin nêzî darbesta wê.
Keybanûya Brîtanyayê, di 8ê Îlonê de koça dawî kiribû û dê merasîma cenazeyê wê, sibê dê li Dêra Westminster Abbeyê ya li Londonê were rêvebirin.