image

PeyamaKurd – Hevserokê rêxistina Stenbolê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (HEDEP) Murat Yilmaz, li ser tifaqa hilbijartinên herêmê yên şaredariyan dê 31ê Adara 2024an birêve biçin, ragihand ku deriya wan ji AK Partiyê re jî ji CHPê re jî vekirî ye.

Kalmaz ji BBC Tirkî re daye xuyakirin, “Di vê hilbijartinê de, tenê dengekî me yê bêmerc bidn jî tune ye; ji bo hevdîtinê deriyê me ji AK Partiyê re jî CHPê re vekirî ye.”

 Kalmaz got ku wê ji bo tifaqê şert û mercên wan hebin û diyar kir, hîn diyar nebûye bê li Stenbolê namzedê xwe yê bo hilbijartina şaredariya bajarê mezin diyar dikin yan na.

Hevserokê HEDEPê yê Stenbolê da zanîn ku ew dê muhtemel e li Stenbolê bi tifaqekê re bikevin hilbijartinên herêmê û got ku ew dê li gorî daxwazî û rexneyên hilbijêrên xwe tevbigerin.