image

PeyamaKurd – Piştî ku Daraza Bilind a Tirkiyê kurtenavê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (HEDEP) nepejirand, partiyê li ser kurtenavê nû xebat dane destpêkirin.

Daraza Bilind a Tirkiyê (Yargitay) bi hinceta ku dişibe navê HADEP a berê hatibû girtin, kurtenavê HEDEPê qebûl nekiribû.

Dê di civîna Desteya Navendî ya Rêveberiya partiyê ya dawiya vê heftê de, li ser diyarkirina kurtenavê nû yê partiyê civîn bê kirin.

Li gorî zanyariyan, 3 nav derketine pêş ku dê di civînê de bên nîqaşkirin.

Hate zanîn ku pêşniyarên navên derketine pêş; Halk-DEP, Partiya Wekheviyê (Eşitlik Partisi) û Partiya Gelan (Halklar Partisi)  ne. Tê çaverêkirin ji bo guhertina nav di demek nêzîk de kongreya guhertina rêziknameya partiyê bê lidarxistin.