image

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên hikûmeta Japonyayê ve hat ragihandin ku Balyozxaneya Japonyayê ya li Kieva Ukraynayê, piştî 7 mehan car din hatiye vekirin.

Li gorî ragihandina rayedarên hikûmeta Japonyayê, Balyozxaneya Japonyayê ya li paytexta Ukraynayê ya Kievê, piştî navbereke ji 7 mehan pêk hat, car din hatiye vekirin û nûnerên dîplomatîk car din dest bi xizmetên xwe kirine.

Sekreterê Giştî yê Kabîneya Japonyayê Matsuno Hirokazu di derbarê mijarê de agahî dan û got,” Me biryar da ku bi bergirên pêwîst ên ewlehiyê, berdewamiya kar û xebat li ber çavan bên girtin û me Balyozxaneya Kievê car din vekir.”

Hikûmeta Japonyayê, di meha adarê de ji ber şerê navbera Rusya û Ukraynayê, xebatkarên xwe yên Balyozxaneyê şandibûn buroya ragihandinê ya derbasdar a li bajarê Lvivê û piştre jî xebatkarên xwe ji Ukraynayê vekişandibûn.