image

PeyamaKurd – Ji bo cara çaremîn hilbijartinên giştî li Îsraîlê bêne kirin, pêşniyara hilweşandina Knesset (Parlamentoya Îsraîlê) bi dengên piranî yên parlamentarên îsraîlî hat qebûlkirin.

Pêşniyara hilweşandina Knessetê ji aliyê kutleya Yesh Atid-Telem hat pêşkeşkirin û di dengdana yekemîn de li hember 61 dengan bi 64 dengan hat qebûlkirin.

Ji bo pêşniyara hilweşandinê were pesendkirin divê 3 caran pêşniyar biçe ber dengdanê û piştî ku were pesendkirin jî wê cara çarem di nav 2 salan de Îsraîl ji bo avakirina hikûmetê biçe hilbijartinê.

Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Berevaniya Îsraîlê ku serokê hevpeymana Şin û Spî ye Benny Gantz piştevaniya xwe bo hilweşandina Knessetê diyar kiribû û rexne li Serokwezîr Benyamîn Netanyahû girtibûn.