image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku bi pêşengtiya Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya Nûrî Malikî seroktiya wê dike, hevpeymaniyeke nû hatiye ragihandin ku dibe namzedê rêveberina dewleta Iraqê.

Rêveberê nivîsîngeha Nûrî Malikî, Huşam Rikabî şeva borî li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kiriye ku hevpeymaniyeke nû hatiye avakirin ku ji Çarçoveya Hevahengiyê ya şîe cuda ye.

Herwiha endamê komîteya giştî ya Tevgera Hikme ya Nîştimanî ya Iraqê Fadî Şemerî ku di nav Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan de cih digire jî ragihand, “Rêkeftina dawî ya avakirina hevpeymaniya rêvebirina dewletê hat îmzekirin.”

Fadî Şemerî gotiye, “Hevpeymaniya nû ji Çarçoveya Hevahengiyê, PDK, YNK, Hevpeymaniyên Ezm û Serwerî û Babilyûn pêk hatiye.”

Şemerî yê endamê komîteya giştî ya Tevgera Hîkme ya Emar Hekîm, daye zanîn: “Em hêvîdar in ku danûstandinên li ser namzedê serokomariyê bi dawî bibin û roja destpêkirina kar û pêkanîna erkên destûrî yên Parlamentoya Iraqê werin diyarkirin.”

Hêjayî gotinê ye, ev zêdetirî 11 meh bi ser hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de derbas bûne, lê ji ber nakokiyên navbera Tevgera Sedr û Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan hikûmeta nû Iraqê nehatiye damezrandin ku Tevgera Sedr hilweşandina parlamentoyê, hilbijartinên pêşwext û darizandina berpirsên gendelkar dixwaze.