image

PeyamaKurd – Ji ber nedana pereyên bo Neteweyên Yekbûyî (NY) 2 sal zêdetir bû mafê dengdanê yê Îranê li Encûmena Asayîşa Navdewletî jê hatibû standin.

Hat ragihandin ku Îranê piştî deynê xwe daye ji nû ve mafê dengdanê li NY bi dest xistiye.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Ferhan Heq ragihand ku Îranê deynê xwe yê ayîdatê daye û mafê dengdanê ji nû ve bi dest xistiye.

Hat zanîn ku Îranê ji 65 milyon dolar deynên bo NY 16 milyon dolar daye û bi vî awayî endamtiya wê çalak bûye.

Nûnerê Îranê yê Daîmî li nY Mecid Taht Revançî jî daye xuyakirin ku Îranê ji ber dorpêçên Amerîkayê nekariya deynê xwe bide.