image

PeyamaKurd – Îranê red kir ku ji êrîşên li Derya Sor berpirse. Amerîka û Îngîltere, Îranê ji êrîşên Derya Sor ku ji terefê Hûsiyên Yemenê de bi fuze û dronan li keştiyên bazirganî û şerî xistibûn, Îranê berpirs girt û berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Nasır Kenanî îdîayan red kir. Kenanî got:

“Berê jî me bi zelalî got ku grûbên berxwedêr yên herêmê ji bo bi sûcdarên Siyonîst ên ku zarokan dikujin, ji bo bersiva wan bidin ne hewceye ji Îranê ferman bistînin. Bi eksa wê van grûban ji bo berjewendî û mafên xelk û welatên xwe biryara xwe didin û tevdigerin.

Kesên van gotinan dibêjin armanca wan ew e ku hedefê bidin şaş kirin û nîşan dide ku Îngîltere rastiya herêmê ters dike.”

 

Bi sedema êrîşên Îsraîlê yên li Xezzayê, Hûsiyan jî li Derya Sor dest danîbûn ser keştiya bi navê Galaxy Leader û bi drone û fuzeyan êrîşê 2 keştiyên bazirganî kiribûn.