image

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Pasdarên Îranê Husên Selamî ragihand ku nirxê xwîna fermandarê Fermandarê Hêza Quds a Pasdaran Qasim Suleymanî ku li Bexdayê ji aliyê Amerîka ve hatibû kuştin, eşkere kir.

Lîwa Husên Selamî di bultena televizyoneke Îranê de got, bihayê xwîna Qasim Suleymanî paşde vekişandina Amerîkayê û hilweşandina rejîma siyasî ya Amerîkayê ye.

Selamî herwiha da xuyakirin, Îran bi dijatiya hegemonya Amerîkayê ve tola xwe dê bistîne, ne ku bi kuştina leşkerek an jî balyozekî wan.

Husên Selamî diyar kiriye, xwîna ti kesekî Amerîkî nabe hember nirx û bihayê xwîna Qasim Suleymanî û divê Amerîka li benda tolhildana bihêz a Îranê be ji ber ku mafê cîhadî bo Qasim Suleymanî li ser wan heye.