PeyamaKurd- Rayedarên Îranê ragihand ku di erdheja ku duh danê sibehê li bajarê Xoyê çêbûbû de bi sedan kes birîndar bûne. Li gorî agahiyên hatin dayîn, di nav birîndaran de yên rewşa wan giran in jî hene.
Berdevkê Saziya Alîkariya Lezgîn a Îranê Mucteba Xalidî, di derbarê encamên erdheja ku duh li Xoyê çêbûbû û heta 10 kîlometir kûrahiyê pêk hatibû de agahî dan.
Li gorî ragihandina Xalidî, di vê erdhejê de 1127 kes birîndar bûne.
Xalidî, di hûrgiliyên ku parve kirin de da zanîn ku ji van birîndaran, 111 jê ji bo nexweşxaneyên Xoyê hatine veguhestin, 5 jê li Selmastê tên dermankirin û 71 kes jî di venêrînên cerahî re hatine derbaskirin her wiha hat diyarkirin ku rewşa kesekî jî giran e.
Televîzyona dewletê ya Îranê, ragihandibû ku duh li bajarê Xoyê, li nêzîkî sînorên Tirkiyeyê saet derdora 03:51an, bi hêza 5,4an erdhej çêbûye û hat zanîn ku ev erdhej li Wan û Colemêrga bakur jî hatine hîskirin.